Paperback. 12,50 / 19,50 cm. In Kurdish. 108 p. Her tist bi destpek u dawi ye. Tene evina duali bi destpek e le be dawi ye weki ya Mem u Zine. A yekali weki bihevrebuna sev u roje zivistan u havine an ji weki ya min u Periye ye. Timi li pey hev u du digerin le tu cari ji nagihin hev u du. Ere Periye; min hez kir le te bi min list, weki ev ji ne bes te ez bi xencera ji evina biraye bi deste dayik u bav dame kustin. Bayeki henik te u tirejen ronahiya lampeyen parke li ruye ave bi çiruski bi jiyane sa dibin. Pelen ave bi selpini li stuna betoni ya pire dikevin u hilmeke sar ji ave bilind dibe. Arami u astiya seve dile min teng dike. Dikim nakim nikarim gotinen Sipan ji sere xwe biavejim; ew e bira u keçxala te bi hev re bizewicin. Dayik u bave min tene ber çaven min. Bi taybeti dayika min. Ew e di dawete de bililine. Ve care we hemu endamen her du malbatan bi hev re sa bibin u dilane bi-girin. Ne bave dayika min heye ve sahiye hilwesine u ne ez e ku di deste Periye de bume Bekoye Ewan karibim tu guyi belav bikim.