Çîrokên di vê kitêbê de di destpêka salên 80yî de hatine nivîsandin û piraniyan wan di kovarên wan salan de hatine weşandin. Mîna kitêb jî di sala 1986an de derket. Demeke dirêj di ser nivîsandin û çapkirina van çîrokan re buhuriye; lê belê bûyerên çîrokan, rewşa zarokên kurdan, rewşa welêt, tirs û zilma leşkeran hê jî berdewam e.
Gava ez berî niha bi çend salan seriyekî çûbûm welêt û min rewşa welêt bi çavên xwe dîtibû, min ji nû ve çapkirina van çîrokan ji xwe re mîna berpirsiyariyekê dît. Digel ku nêrîna min ya derheqê forma çîrokê de hatiye guhertin jî, dîsa ez bawer nakim ku ez ê îro bikaribim bigihîjim zimanê van çîrokan, germahiya wan, jidiliya wan...
Firat Cewerî, (1959- ) is a Kurdish writer, translator and journalist. He was born in the town of Derik near Mardin in south-eastern Turkey. In 1980s, he immigrated to Sweden, where he lives now. He started writing in Kurdish in 80s. He served as the editor of the Kurdish journal Nûdem for about 10 years. He has written more than ten books in Kurdish and translated literary works of John Steinbeck, Chekhov, Dostoevsky, Astrid Lindgren, Yaşar Kemal and Henning Mankell into Kurdish. (Wikipedia)