Jump to ratings and reviews
Rate this book

Nameyek ji Xwedê re

Rate this book
“Deh sal berê dema min dest pê kir bi Kurdî binivîsim, pêşî nivîsîna vê kitêbê hebû di hişê min de. Lê hişê min têra xwe tevlihev bû, zimanekî min î xurt û tekûz tune bû ku hemû tiştên ku min didîtin li nava wî hişî rast bike. Ji bilî rojnivîskên ku min her roj dinivîsîn, duyemîn tişta ku min bi Kurdî dinivîsî nameyin bûn ku min di wan de Kurdiya xwe û aşopa xwe ya bi vî zimanî diceriband û meşq dikir. Li aliyekî min gelek tiştên ku li hemanan bûn ji bîra min biçin, gelek tiştên ku diviya fêr bibim û li wan bibanim, hiş û aqlê xwe bi wan bitahmînim, arava wan di dilê xwe bidim, li aliyekî jî gelek tiştên ku ez derxim, dahênim, pêk bînim, biafirînim. Diviya ez û ziman bi hawara hev de bihatana. Çunkî ji min werê bû ku ihtiyaca min bi wî, a wî jî bi min hebû. Nameyên ku min bi wan re dem dikişand, dawiyê veguherîn şêwaza yekane a kitêba ku min dixwest binivîsim. Vêga, heşt sal şûn de, gava vegeriyam min cardin devê vê kitêba yekem vekir, min tiştek pir eşkere dît: Şiyanê têra viyanê nekiribû! Heçku min qet neşiyabû tiştên ku hizirîbûm bikim, tiştên ku min kiribûn jî dûr ketibûn ji tiştên ku min xwestibû bikim. Kêşe ne nihênî bû, ya rast: Dema ez kor bûm û ziman kulek, çiqas mumkin bû ku min bizaniya ku dixwazim çi çawa bikim û zimanê min rêber û piştevanekî bikêrhatî bû ji bo vê yekê?”
Ciwanmerd Kulek heşt sal şûn de devê kitêba xwe ya yekem cardin vekir û çi bigire hevok bi hevok ji nû ve nivîsî. Nivîskar di evê xebata ku gelek amajeyan vedihewîne ji serpêhatiya me ya ziman û afirandinê de qatekî din davêje ser pirhêliya kitêbê û nameyeke din jî lê zêde dike: Nameyek Ji Xwendevan Re.

272 pages, Paperback

First published January 1, 2007

1 person want to read

About the author

Ciwanmerd Kulek

13 books3 followers
Ciwanmerd Kulek was born in 1984 in the Kurdish region of Turkey, in a village in the southeastern part of the country, and has lived in Bismil, a small town by the river Tigris, in the Diyarbakır province, where he works as a teacher of languages. He graduated from the Foreign Language Teaching Department of the Middle East Technical University in Ankara in 2006. He is the author of three novels in Kurdish, published by the Diyarbakir-based press Weşanên Lîs, Nameyek ji Xwedê re ( A Letter To God, 2007) Otobês (The Bus, 2010) Zarokên Ber Çêm (Children By The River, 2012) . He has translated literary works from English, Spanish and Turkish into Kurdish, by writers such as J. M. Coetzee (Disgrace) and William Faulkner (As I Lay Dying), while other translations by Gabriel García Márquez (Cronica de una muerte anunciada), Juan Rulfo (El Llano en llamas), James Joyce (Dubliners) and Orhan Pamuk (White Castle) are being prepared for publication

Di 1984an de ji dayik bû. Di 2004an de dest pê kir bi kurdî binivîse.
Ligel Defterên Perrîdankan, nivîskarê van her sê romanan e: Nameyek ji Xwedê re (2007), Otobês (2010), Zarokên Ber Çêm (2012). Ji bilî nivîskariyê bi karê wergerê jî dadikeve, ku di encamê de heta niha ev şeş kitêbên ji sê zimanên cuda û şeş nivîskarên mezin ên cîhanê bi zimanê kurdî derketine: Hetîketî (J.M.Coetzee), Li ber Sikratê (W. Faulkner), Çîrokên Dubliniyan
(J. Joyce), Serencama Mirinekê (G.G. Márquez), Keleha Spî (Orhan Pamuk).
Ciwanmerd Kulek ji 2014an vir de li Stembolê jiyana xwe didomîne.

Ratings & Reviews

What do you think?
Rate this book

Friends & Following

Create a free account to discover what your friends think of this book!

Community Reviews

5 stars
0 (0%)
4 stars
0 (0%)
3 stars
0 (0%)
2 stars
1 (100%)
1 star
0 (0%)
No one has reviewed this book yet.

Can't find what you're looking for?

Get help and learn more about the design.