Jump to ratings and reviews
Rate this book

Perik

Rate this book
Selîm Berekat, yek ji navdartirîn nivîskarê Kurd yê Erebînivîs e.
Ew “Yaşar Kemalê edebiyata Ereban” yan jî wek “mirovê ku hevsarê zimanê Erebî di destê xwe de digire” dihête nasîn.
Berhemên wî herçiqas bi Erebî hatibine nivîsîn jî bingeh û xîmên berhemên wî tarîxa Kurdan e. Berekat berhemên xwe digel hişmendiyeke mêjûyî dinivîse û tarîx û çanda Kurdan bi zewqeke edebî vedibêje û pêşkêşê xwendevanê xwe dike.

Nivîskar, di romana xwe ya sêyemîn Perikê de digel rojên ciwaniya xwe yên giran, hestên xwe yên nostaljîk ên derbareyê Kurdistanê
-ku ew bîranînên dijwar yên jiyanên miştextîbûnê ne-
wekî destaneke ji êş û azaran avvexwarî vedibêje.
Di vê romana Bereketî de, Mem xortekî Rojavayî ye û ji bo dîtina mirovekî esrarengîz û mezin radibe diçe Qibrîsê û di rêwîngiya wî xortî ya di navbera rastî û xeyalê de dihê û diçe de jiyana wî gelek caran wekî şexsiyetên Kurd yên tarîxî dibore.
Loma jî ew rêwîngiya wî bi têkçûnê dawî dihêt û ji ber wê “têkçûn” jî ji îmajekê zêdetir wek tarîxa Kurdan vedigerîte “çîrok”eke têkçûyî.

Di vê romana wekî çîrokên efsaneyî de, rastî û xeyal û niha û borî bi hostayane têkelê hev dibin. Digel wê, lehengên tarîxî û tebîeta Kurdistanê dihêne ziman û herwisa gava Kurdistan wek welatê xewn û xeyal û bîranînan dihête nasîn, xwendevan jî dibite agahdarê jiyanên nemirên miştextî û sirgûnî.

272 pages, Paperback

First published January 1, 2015

11 people want to read

About the author

Selîm Berekat

6 books1 follower

Ratings & Reviews

What do you think?
Rate this book

Friends & Following

Create a free account to discover what your friends think of this book!

Community Reviews

5 stars
1 (50%)
4 stars
1 (50%)
3 stars
0 (0%)
2 stars
0 (0%)
1 star
0 (0%)
No one has reviewed this book yet.

Can't find what you're looking for?

Get help and learn more about the design.