"Nara" ji aliyê naverok, stîl û vegotinê ve ji gelek çîrokên cihêreng pêk tê. Çîrokên di vê kitêbê de herweha îlhama xwe ji gelek mijarên cihê wedigirin. Ne tenê mirin, tenêtî, hezkirin, kêf û şadî, xemgînî, şik û xof... temayên giştî ên çîrokan e; tiştekî ku di edebiyata kurdî de mirov kêm pê dihese, nesneyên piçûk, amûrên jiyana rojane ji cihekî taybet digrin di van çîrokan de. Belê cî û war, mekan bi hemû delalî û balkêşiyê xer li ber çavên mirov dirêj dibin.
Mehmet Dîcle, ji gotina kilamekê destanek nûdem çêdike. Hay ji vî navî hebin. Stêrkeke geş li asîmanên Kurdistanê, li edebiyata kurdş zêde dibe.
(Nîşe: Ev teksta danasînê ji piştberga pirtûkê hatiye wergirtin)