"Bajarê Mosîqarên Spî" ji rûpelên pêşîn ve xwîneran dikişîne nav gerdûna xwe ya efsûnbaz, soza rêwîtiyeke dirêj, bêwestan û nejibîr dide.
Elî, xwîneran di nav atmosfereke seyr û ecêb de dîl digire. Dike ku xwîner mîna lehengê xebroşkan Mîrza Mihemed, dakeve binê bîrekê û li cîhaneke hem nas hem jî nenas dest bi rêwîtiyeke heft roj û heft şevan bike.
Hemû ferdên wê cîhanê xwedî taybetmendiyên bêhempa ne. Sê muzîsyenên ku bi hêza evîn û muzîkê li ser avê dimeşin, destê wan digihîje heyvê. Zilamekî ku di serê xwe de bi ezaba du hespên spî yên her tim dibezin, dijî û wek baxçeyekî pirteqalan bêhn dide. Jineke ku li pey cenazeyê bira û evîndarê xwe bajar bi bajar digere, hemû kedera cîhanê hildaye ser milên xwe. Leşkerên ku ji guhên kuştiyên xwe koleksiyonê çêdikin.
Ev tev nîşan didin ku roman tenê qala çîrokeke fantastîk nake, herwiha vegotina sembolîk a êşên kûr û rewşên mirovahiyê ye jî. Bextiyar Elî, ji bo ruhên ji civakê dûrketî, birîndar, bêkes û rêya xwe winda kirî sîwaneke taybet ava kiriye. "Bajarê Mosîqarên Spî", revîyên şer, qehpik, matemgir û poşmanan cihekî taybet e, ji bo her kesî taseke av û pariyekî nan heye li wir.
Karakterê sereke yê romanê Celadetê Kotir, wek cambazekî jêhatî li ser têleke zirav ku aliyekî xewn e, aliyê din rastî, bi şarezayî dimeşe. Elî, bi vê kesayetiyê, romana kurdî ji vegotinên îdeolojîk ên serdema Şerê Sar, pevçûnên çînî û çîrokên evînî yên klasîk rizgar dike û digihîne asteke gerdûnî.
Çîroka Celadet Kotir, edebiyat û hunera kurdî ji maskeyên biyanî paqij dike, deriyên cîhana modern bi aqilekî "xwebûyî" li me vedike. Roman bi qutiyeke ku li Amsterdamê ji Elî Şerefyarî re hatiye emanetkirin dest pê dike û rêwîtiya li pey vê emanetê, xwîneran digihîne dîroka tijî bi êş a Başûrê Kurdistanê, Helebçeyê, jenosîda Enfalê û di dawiyê de "Bajarê Mosîqarên Spî" ya hem rastî hem jî xeyalî.
"Bajarê Mosîqarên Spî" di nava erdnîgariyeke wisan de ye, ji zêdetirî sî salan e bi zilma rejîma Be'es û bi Enfalê lanetkirî ye. Lê û belê ev bajar, di heman demê de keleha berxwedana muzîkê û hunerê ye. Celadet Kotir, li vî bajarî bi huner û bedewiyê rêyên avakirina jiyaneke nû digere. Roman, çîrokên tijî kul, hêviya rawestandina şer, lêgerîna edaletê û estetîkê aniye cem hev. Nivîskar, pirsgirêkên ku bi salan e partî û rêxistin nikarin bi lêv jî bikin, bi devê Celadet tîne ber çavê me kurdan.
Roman, ne tenê bi vegotina xwe ya realîzma efsûnî, herwiha bi çavdêriyên civakî yên tûj jî balê dikişîne. Wek mînak, jineke kurd ku tenê ji ber erebbûna zilamekî dixwaze xwe nêzî wî bike, dixwaze pê re bizewice. Nivîskar, wihareng tabûyên ku civak hîn ne amade ye bi wan re rû bi rû were, nîşanî me dide. Bi vê yekê xwestiye, "psîkolojiya neteweyên bindest" û herwiha lawaziya takekesan, ji bo xwîner bibe eynikeke hişyariyê.
"Bajarê Mosîqarên Spî" di edebiyata kurdî de nuqteya veguherinê ye. Bextiyar Elî, ji çîrok û trajediyên gelê xwe dest pê kiriye û çakberhemeke gerdûnî ava kiriye. Û helbet dest û taqeta wergêr Şehab Xalidî xweş be ku romaneke wisa qalind û giriftar bi awayekî rind û xweşik li hev aniye, kiriye kurmancî.