Û ev defter jî... li ser maseya ber serê min bûye weke kêla gornekê, tenê navê min jê kêm e, li bendê ye ku roja mirina xwe lê binivîsim. Lê nabe, lewra mêze dikim êdî weke berê destê min ji xwe ne bawer e ku binivîse.... qelema min jî mîna dilê min şikiyaye û êdî xêra xwe nemaye.
De ev çi ye ji bo Xedê, ev çi ye ku ez hîn jî bi pey ketime. Ev çi defter e, ev çi qelem e, ev çi nivîsan e ku ez pê ve hatime gidêdan û xwe mijûl dikim, xwe dixapînim... bi gotinên pûç û vala!
......
Na, ez ê êdî nekim. Ji bona ku mirinê dereng bixîne, Şehrezadê rabû çîrok dirêj kir... bi qasî hezar û yek şevî dirêj kir. Lê ez ê nekim, ez ê çîrokê dirêj nekim. êz ê çîroka jiyana xwe dirêj nekim... (Ji romanê)
Hesenê Metê, (1957- ), is a prominent Kurdish writer, novelist and translator. He was born in Erxanî near Diyarbakır in south-eastern Turkey. He has been living in Sweden since 1980's. He has translated works by Pushkin and Dostoyevski into Kurdish.
Sereta romanê li welatê Siwêd e dema ku psîkologa xesteyekî bi navê Germiyan teleb dike ji hevalê wî yî nivîskar ku ew digel wî re bijî ta îlac bibe
Germiyan di pîşeya bijîşkê de dixebitî lê di rewşeke deprasiyon û melankolî de dijiya ,lewma hevalê wî pêşinyaz kiribû ku di deftereke biçûk de jiyana xwe ya borî binivîse
Germiyan li bakûrê kurdistanê dijiya bi malbateke koçeran re ku ew bav bêrgî savayekî dibe li mizgefta Xarpêtê û wî hildigire û ew bi xwe re vedigerîne zozanên bakûrê Kurdistanê û navê Germiyan lê dike
Germiyan xwedî dibe bi û di pêşerojê de dibe doktor û xwedî mal û zarokekî
Bi mirina bav û dayika wî re wesiyeta wan ku di bin dara Bîşengê de gorra wan biafirrînnin
Xwedê tu qencî û dilpakiya wan bidî xatirê not û neh navên xwe cîhekî kesk û bi qasî evî zozanan wan berfireh bikî para wan
Dema ku laşê bavê xwe di gorrê de dike gotinên wî bi bîr tîne
Zozanên me bilind û bilind in Mirin nikane pê ve hilkişe jor
Germiyan bi gunehkariya alîkariya şervanên çiya tometa ku ji bona doktoriya birîndarên şervanan diçe çiya û dermanan ji wan re dibe
Lewma hevsera wî û lawikê wî dikujin û ew mecbûrî diçe Swêd wekû penaber
Xwedê min çiqas dixwest bibim bizirê pirpareke bejî û ji rêyên rêwiyan dûr...... ji axpîn û hewşên karwanserayan dûr........ li berwarê çiyayekî xalî weke pirpareke bejî şîn bibûyama û bila tenê qulingên zozanan li kêleka min venişta ......
di dawiya romanê de ew xwe intihar dike bi hefsear hespê xwe î kumêt û teleb ji hevalê xwe ku laşê wî di gorrê de veneşêrin
laşê min li gor şertên dîn û îmanekê veneşêre di agirgeheke nêzîk de bide şewitandin ariya min li binê avekê bike ku kêla min jî tune be ez kêl û kevirekî naxwazim ez erd û cîhekî bi nîşan naxwazim bi anonîm çêbûm û bi anonîmî jî wenda dibim
Dema vebêjer ku em ji wê ra dikarin bibêjin nivîskar ji axaftina xwe derdikeve û derbasê lênûska Germiyan dibe di axtinê da, di peyvhilbijartinê de tu guhertineke çênabe. Heta di veqetandina beşan de jî heman tişt dibe. Qe neba beşveqetandinê de hinek tişt biguheranda! Tişta baş di vê berhemê de û berhemên din ên Hesenê Metê da ku bawer im min teva xwandine hemû bawerî wek hev in. Yek ji yeka din baştir an jî xiraptir nîne. Heta mislimantî hinek ji yên din berjêrtir e. Lehengên ermen jî her dibe mijara berhemên Metê bi awayeke baş. Wek hevalîneke min behs dike di berhemên Metê de tişta sereke hesreta welat e. Ev jî bi dûrbûna wî ve girêdayî ye helbet. Lê êdî bes, hew ev mesele êdî meriv acis dike. Mijareke din ya sereke di berhmê Metê de ew e ku qeder heye û em nikarin jê birevin. Serîrakirineke ji bo baweriyan û ji bo xweda heye lê li hember; kapîtalîznê, dewletê û hemû pergelên însan serî rakirineke tune ye. Di vê berhemê de jî Germiyan li hember qedera xwe derdikeve lê tiştek baş, wek tekoşîneke li hember dewleta dagirker ku wî noqî hemû van belayan kiriye nabînin. Tu îtîrazeke leheng tune ye.
Hesenê Metê bi berhema xwe ya dawî êdî ji kîsê xwe dixwe û her xwe dubare dike. Heta niha yek ji wan nivîskaran bû ku ez li bendê bûm berhemeke nû binivîse û ez jî bixwînim. Ji niha pêda ne bawer im min cezb bike bi heman mijar û heman vegotinê.