Gotinên pêşiyan, gotinên gel ên bi kakil in ku di heman demê de bi hêza xwe, teşe didin jiyana gel. Gotinên pêşiyan, ji destpêka dîroka gelan heta roja me, ji bawerî û kevneşopiyên gel dawerivîne, li gorî qaîdeyên rûniştî bi qalibên diyar tenê gotin û nivisîn. Her gotineke pêşiyan darêzekê, dersekê,hukmekî an jî şîret û pendekê,dahêneke bedewkar,derûniyekê,qerf û henekeke estetîk û rexneyekê dihewirîne. Her gotineke pêşiyan, teqez cara pêşîn ji aliyê kesekî zana û şareza ve hatiye gotin. Paşê navê wî kesî hatiye jibîrkirin. Lê ji ber ku ziman zindî ye, di pêvajoya dîrokê de tevî xwe, gotin û kilîşeyên xwe jî veguherandine. Ango halê xwe yê dawî stendine.
Mehmet Oncu, di sala 1961’ê de, li taxa Xarxarêya Semsûrê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Nivîskar, ji sala 1983an û vir de, li ser folklora Kurdî dixebite û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsên wî yên li ser folklora Kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Jiyana Rewşen, Kovara W yê de weşiyane. Nivîskar û hevalê wî, serekî li Bajarê Semsûrê rojnameyeke bi navê “Rojnameya Semsûr” derxistin. Nivîskarê ku di wê rojnameyê de xwediyê qûncikekî bi navê “Kenêrk” bû, heta weşana wê rojnameyê bi dawî bû di wir de li ser folklora Kurdan nivîsand. Piştî rojnameya wan a bi kurdî ji dest şertên aborî weşana xwe bi dawî kir, nivîskar dîsa vegerî karê karê xwe yê nivîskariyê. Berhemên nivîskarê ku zewicî û bavê du keç û kurekî ye wekî yên li jêr in.