Tevî ku ji aliyê gelek kesan ve wekî çîroka dirêj an jî romana kurt tê binavkirin jî gelek qalibên wêjeyî di nava xwe de dihewîne û bi mijara honaka zanistiyê hatiye nivîsandin. Lehengê sereke ya pirtûkê profesor Ardûda ye ku navê xwe jî daye pirtûkê. Û kopya wî ku profesor ji xwe diafirine. Belê pirtûk ji aliyê mijarê ve gelek balkêş e ji ber ku em heya niha di wêjeya Kurdî de rastî tevn û mijareke bi vî rengî nehatibûn. Em karin bêjin li bakur belkî li tevaya welêt yekem careke ku pirtûkeke bi vî rengî tê weşandin. Wexta ku bê gotin mijara fantastîk, tevna fantastîk ka çiqas nêzî Kurdan e û dûrî vê erdnigariyê ye? Em dikarin bi hêsanî bêjin ku ne dûrî vê erdnigariyê ye. Ji ber ku fantastîzma ku em zarokên vî welatî dijîn di zarokatiya xwe de ji hiş û bîra me re qet ne dûr e. Ji ber ku em dikarin bêjin aferîdeyên deraqil ên di çîrokên gelerî yê Kurdî de hene cîhaneke fantastîk di zarokatiya me de, di serê me de ava kirine. Wexta hûteke heft serî, dêwekî ziman bihost bibe mêvanê cîhana hundirîn a zarokekî dê ew zarok di jiyana xwe de tim lê bigere. Wexta ku ew zevt kir jî wê dest pê bike bi hiş û mejiyeke û bihayjêbûneke fantastîk a kamil bûyî wê binivîse.
Ardûda, bi şêwaza Honaka Zanistî(Science Fiction) hatiye nivîsandin û di sala 2004’an de çapa xwe ya ewil kiriye. Her çi qas bi vî şêwazî nivîsandin di zimanê Kurdî de nû û hindik be jî di van salan de ew ê gelek berhem der biçin û wê baleke mezin bikşîne ser xwe.
Mîran Janbar roman û çîroknivîsek e. Di sala 1974'an de, li Qosera Mêrdînê ji dayîk bûye.
Di sala 1997'an de, li Zankoya Dîcleyê, Beşa Matematîkê qedandiye.
Janbar, di nava qonaxên xwe yên nivîskariyê re, heta sala 2004’an, bo demeke dirêj bi kar û barên şanoyê mijûl bû û di nava gelek komên şanoyê yên curbecur de derhênerî, lîstikvanî û karê nivîsandina deqên şanoyê kir.
Nimûneyên berhemên Janbar, ji navîna salên 90’î û pê de, di kovarên wêjeyî yên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Kovara W û di gelekên din de hatin weşandin. Mîran Janbar her wisa bi karê weşangeriyê jî radibe û yek ji damezirînerên Weşanxaneya Lîsê ye, ya ku di sala 2004’an de li Amedê hate damezirandin.
Janbar niha jî di Weşanxaneya Lîsê de wekî berpirsiyarê hin rêzên pirtûkan û rêveber, li gel nivîskariya xwe, bi karên xwe berdewam e.
Ardûda yekemîn pirtûka kurdî ya honaka zanistî ye. Hin dibêjin ew roman e, hin jî dibêjin çîroka dirêj e. Mîran Janbar di vê pirtûka xwe de jî di derbarê guhartina zemanê de dinivîse. Bi qasî ku balkêş e, mixabin li gor min ne serkeftin e.