Jump to ratings and reviews
Rate this book

Bîr

Rate this book
- Paşe singa te bûbû kevir û çemek jê herikîbû.
- Ma çem diherikin ji keviran?
- Belê ezbenî diherikin, ma tu dengan nabînî, rengan nabihîzî?

Bîr, romana rêwîtîyekê ye, rêwîtîyeke derûnî ya ku xwe dispêre efsaneyên kevir û çemên zarotîyê; ya ku êdî ne pêkan e bi gilî û gotinên minêkar li xwedîyê xwe yê ku hiş û bîra wî bi heman kevirên şayîk hatiye pincirîn û di heman çemên şêlo de noq bûye. Xwesteka wî nexêr, ne azadî ye, ne jî kêfarat, gava ber bi cî û warê bav û kalan, li xewn û xeyalên ku li binfêza Girê Êlim ê efsûnî govendeke bêdeng digerînin, li dem û kêlîk û çirkeyên nayveger, bi rê dikeve jî, hew gotinek li ser zimanê wî ye: ‘Rê’ ye ew, wekî Murathan Mungan jî gotî; Te dî dûrî, pêşîkê di hûndirê mirovî de li hev dihêwire; ya piştî wê her bi tenê rê ye.

Şener Özmen


Ji naverokê bêtir şêweya romanê balê dikşîne, bi vê hêlê xwe çawa mûzîk xwerû şêwe be ev roman jî bi vê terza xwe ku dişîbe helbestê, ji helbestê wêdetir çûye xwe nêzî mûzîkê kiriye. Ji bo wê şêweyê jî hilbijartina mekanan girîng e, wek mînak cam (neynik) pirr kêrhatî ye. Monologa navxweyî bi camê hatiye xurtkirin. Muzika monologî ne ji hoparlorê ji neynikê xwe der dide. Çawa ku zarokek ji dayik dibe derûniya xwe bi "neynika xwe" saz dike, di vê romanê de leheng berê vegotina xwe daye neynikê, ango riya vegotina xwe di ser neynikê re derbas kiriye.

Ferzan Şêr

118 pages, Paperback

Published September 29, 2018

About the author

Nûdem Hezex

5 books

Ratings & Reviews

What do you think?
Rate this book

Friends & Following

Create a free account to discover what your friends think of this book!

Community Reviews

5 stars
0 (0%)
4 stars
1 (100%)
3 stars
0 (0%)
2 stars
0 (0%)
1 star
0 (0%)
Displaying 1 of 1 review
Profile Image for Azad.
82 reviews7 followers
May 11, 2020
Tevnsaziya romana Bîr hineke tevlihev e. Ne ku tevliheviyeke xirap, bereks bi awayeke baş tevlihev e. Tevliheviyeke ku meriv fam neke nîn e, di dawiyê da pir hindik gelek tişt di hişê meriv da û her wiha di hişê “Aras” bi xwe da zelal dibe.
Arasê ku bi bavê xwe ra nelihev e –ev mijareke gelek berbelav e lê dîsa jî Hezex xweş hûnandiye- bi mirina wî re dikeve pey şopa wî û bi meziniya wî dihese –cardin bibêjim, mijar klasîk e lê xweş hatî hûnandin-. Arasê li bajareke Tirkan zanîngeh dixwine bi telefona dayîka xwe pê dihese bavê wî qirîza dil derbas kiriye û dixwaze wî bibîne. Li ser vê jî radibe berê xwe dide Hezexê, warê bavê xwe. Bi zimanê bavê xwe nizane û jê hez jî nake. Li wir bi nasê bavê xwe ra hev nas dikin û bi meziniya wî, bi hêjatiya wî dihese. Ayla Abla heye ku meriv tam nizane çiyê bavê wî ye wî fêrê ziman dike. Sara ku hezkirya Aras e di çîrokê de zêde rûneniştiye. Dayîk jî piştî demeke ji çîrokê derdikeve hew derdikeve, pêjna wê nayê.
Aras di compîtira bavê xwe de rastê hin taslakan tê ku wisa dixwiyê hin berhevkirin in. Qe nebe di serê romanê da wisa dixwiyê, lê her ku roman diherike em têdigihên ku ne berhevkirin lê bavê leheng ew bi xwe nivisandine. Aras jî wan wek roman diweşîne û navê romanê jî dike “Bîr” Ev hîseke xweş bi min ra çêkir ku romaneke di nav romanê da were. Lê hîseke wisa dide meriv ku axaftinên bi Behlûlê Dîn ra wek rastî ye lê ew wisa difikirim ku ew perçeyeke ji romana bavê wî ye. Ji xwe di dawiyê da dema bi taxsiyê diçe bo Behlûlê Dîn hîn dibe –em jî hîn dibin- kesek wisa tune ye.
Hineke jî meseleya Celadet dixe bîra meriv. Ku wî romaneke bi navê bîrê dinividand û nîvco ma. Wek Hezex romana "bavê" temam bike. Te dî romana Bîra Qederê jî heneke bi bê be girêdayî bû.
Di beşên “Lî û La, Mah û Zend, Kurikê bi gulî û Keçika bi kezî” der bas dibe hîseke wisa bi meriv çêdike ku ev perçeyeke ji romana bavê wî ye û beşên din jî aydê wî bi xwe ye. Ev bi rastî xweş hatî hûnandin.
Di beşa yekê ku ji sê rûpelan pêk tê di rûpela 7 û 8an da sê caran “jineke rût û tût” derbas dibe. Her behsa jineke dike û ji xwe jineke din di wir da tune ye. Di heman rûpelê da hevoka “Trîpoda reş a bi sê pîyan, qedraja qamerayê ber bi paş de vekişandibû.” Di vir da wek xeletiyeke mantiqî hebe, tîpod bi paşda nakşîne, dikare biguherîne.
Roman ji xwe serdanpê wek mûzîkê ye. Li pey hev rêzkirina dengên yek reng ev hîsê dide meriv. Xêncî wê emûrên mûzîkê bi xw ejî di romanê da gelek cih digrin. Seqsefon, borozan, qlarnet, ûd, cimbiş, def.
Ziman wek siye, ger meriv ji zimanê xwe dûr bikeve ji siya xwe dûr dikeve. (29)
Di rûpela 36an da tevliheviyeke “t’ê” û “tê” heye.
Dema Aras hê bi ser zimanê bavê xwe venebûye, pey mirina bavê xwe diçe Hezexê di ber sînor ra derbas dibe. Lê hevokek wiha di hişê wî da derbas dibe: “Li aliyekî têlên sînorê serxetê û binxetêjev cê dike,” ku keseke bêhay e ji wir, çawa dizane.
Her wiha şerê di van salên dawî de yên li bajarên Kurdistanê jî ketine nav romanê; bi temayên xwe yên wek meheleyê kavilbûyî. (r.50, r.52)
Ku em baş têdigihên Aras bi kurdî nizane û hê dest bi hînbûna kurdî nekirye tişteke wiha dibêje: “Mamoste İdrîs bi tirkî gotibû te,” ji xwe bê tirkî dikare bi zimaneke din bibêje. Ger kurdî tunebe hew ew ziman heye. (r.59)
Ku peyveke bi dengdêr dest pê bike û dûra “i” were, ev “i” dikeve. Tercîheke wisa kirine. Wek: Bra, klam, psîk, glokeke glover, gran, brîn, frê,
Lê di cihek da “girê” li pey hev tê yekî dixe yekî naxe. (r.59)
Ku her wek “Mamoste İdrîs” dibê, di cihek da jî dibê İdrîs Abê” Bi tevahî “mirov” hatî nivisandin lê di cihek da dibe “mirhov” (r.60) “g”ya kurdî dibe “ğ”ya tirkî. Tabî ev karên edîtoriyê ne.
Herçiqas min nexwandibe jî navê berhemên din yên Hezex dê da derbas dibin. Lîlîstan. Min meraq kir ku ka pevgirêdaneke wan bi hev ra hey an na. Piştî min wan jî xwend wê diyar bibe.
Her çiqas bûyerên di romanê ne diyarbin ku çi wext derbas dibin jî meriv dîsa dikare bi awayeke derxe. Aras ku piştî çar salan bi kurdî hîn dibe û bi romana bavê xwe ya navê wê Bîr e vedigere Şirnexê xwe li balafirgeha Şerafettîn Elçî datîne. Ev balafirgeh di 2013an da hatî avakirin. Ger wisa be bavê wî 2009an da koça dawî kiriye. Wisa wisa meriv dikare hin tiştan jê derxe ku hin ji wan jî tiştên geleke krîtîk in û matematîka romanê serûbin bike lê ez naxwazim li ser vê bisekinim.
Sûprîzeke xweş jî dema Aras romana bavê xwe Bîr vedike û li rûpela sed û donzdehan dinêre em jî di romana Nûdem Hezex da di heman rûpela sed û donzdehan da ne.
Di romanê da behsa komkujiya ermenan jî heye, çîroka Kurikê bi gulî û Keçika bi kezî li ser wê ye. Ku meriv berhemên kurdî dixwîne dibîne ku çend zêde ev mesele bi awayeke dikeve nav. Axir meriv nikare ji dîrokê bireve.
Ger ez bi tevahî difikirim, Arasê lehengê romanê gelek bi tenê ye. Di tu deran da behsa tenêbûna wî an jî bêhevalbûna wî nayê kirin lê min bi xwe gelek hîs kir.
Roman ku çawa nêzê mûzîkê be her wiha jî nêzê helbestê ye. Di nav romanê da ji xwe gelek helbest jî derbas dibin. Ez nikarim bibêjim ev tişteke baş e lê tişteke xirab jî nîn e.
Bi xwe min ji romanê hez kir, her çiqas min westandibe jî. Gelek aforîzma û diyalogên xweş jî tê da derbas dibûn lê her wiha gelek jî ji rêzê û ergenî jî hebûn.
Axir, min jê hez kir.
Displaying 1 of 1 review

Can't find what you're looking for?

Get help and learn more about the design.