Çîrokên Înan Eroglu bi navê “Têbîniyek” çap bûn. Ev yekem berhema nivîskar e. Ji çîroka “Têbîniyek” “Dilê min ji min re dibêje rahije qelem û tim binivîsîne. Lê ez ê nenivîsînim. Na, divê nenivîsînim.” Tu carî min newêrî ji bavê xwe bipirsim ka çima divê nenivîse, ji ber ku ditirsiyam bertekeke tund bide min û dilê min yekcar jê bimîne. Lêbelê çend caran min jê pirsî ka niyeta wî heye kitêbekê binivîse yan na. “Na,” got, wekî ku tê texmînkirin. Her carê jêgirtineke ji Kitêba Nenivîsandinê dixwend û diyar dikir ku nivîsandin însanan bêhtir meyildarî îxanetê, xapandinê, durûtî û derewkariyê dike. Min dîsa nediwêrî bibêjim nexwe tu kitêbên îxanetkar, xapîner, durû û derewkaran dixwînî. Dikaribû bigota ku hîn umrê te têr nake ji bo ferqa navbera xwendin û nivîsandinê bizanî. Bavê min ne sax e jê bipirsim ka umrê min niha têr dike ji bo zanîna vê ferqê yan na. Ji ber ku hîn jî wekî berê difikirim, gelo hîn ji umrê min re maye? Nizanim. Tişta zanim ew e ku bavê min çi car di xwendina kitêbekê de destê xwe di nav kincê xwe re rakira û jêr stûyê xwe bixwiranda, min wisa dizanibû ku bi eşqeke nivîsandinê ketiye lê dê tu carî nenivîse. Heye ku di xwendineke wisa de bûbe têkçûyiyê vê eşqa xwe ji bo ku vê hevokê binivîse?
Pirtûka Înan Eroglu ya yekem ku ji 11 çîrokan pêk tê.
Di çîrokan de diyar bû ku Înan temsîlê nifşê nû ye. Tarz û şêwe û stîlên û cuda cuda ceribandine. Lê carna min min digot çima kûr nabe, tu dibe qey xwarin nekelîyaye û anîne ber te Kelek jê kêm bû di hin çîrokan da.
Min niha ev pirtûk qedand û ez bi kurtasî fikrên xwe bibêjim. Tişta herî kêm di berhemên kurdî da ew e ku çîrok behsa roja me, derûnî û bûyerên ku em niha dijîn derbas dikin û xwe digihînin zarokatiyê rojên berê. Her çiqas di vê berhemê de ev jî hebe giranî zêdetir li ser îro bû. Qesta min ji îro, bûyerên di dema me da derbas dibin, alavên ku em niha bi kar tînin. Ji wê hêlê de kêfa min hate.
Çîroka yekê de ji min re wisa hat ku vebêjer li Bismilê ye lê Bihar cihek din e, dûra em fam dikin ku tam tersê wê ye. Kêmasiyeke di wir de hebû min fam nekir. û ji min re wek xewnek hat, Xwezî çîrok xewneke ba.
Dehper de lehengê li Cumalî dixe kekeme ye lê heta ew bi xwe neaxive kesek fam nake ku kekeme ye. Di beşa zarokê de tam rûneniştiye û tiştê zarok qet ne pêkane bizanibe pê dide zanîn.
Min çîroka incûr qet nexwend.
Mesela nivisandinê, nivîs wek emsele û wek lehen hema hema di hemû çîrokan de ji xwe ra cih didît. Her wisa meselaya bav û rojnivîsk, nivisandin.
Nivîskar tu çîrokeke wek hev nenivisandiye, her teknîkê xistiye navê.
Herî pir jî min jî çîroka ? hez kir.
This entire review has been hidden because of spoilers.