Piştî romana (Soparto) a ku min bi zimanê erebî xwend, ev romana diwemîn e ku ji romannivîs Helîm yûsiv re dixwînim lê vê carê bi zimanê kurdî.
roman li ser xortekî ye bi navê Masî ji keçikekê hez dike û dike dûv wê û berê xwe dide çiyayê Kurdistanê, lingên Masî di berfê de dişewitin û paşê vedigere welatê xwe û pişta xwe dide felekê û diçe Ewrûpayê.
- Gava Xwedê milet û welat li hev par kirin, kurd ji bîr kirin, dawiya şeveke zivistanê, Xwedê kurd di xewê de dîtin, ji xewê veciniqî û rabû çîya çêkirin.
- Mêr şer dikin ji bo zilma dewletên dagîrker rizgar bibin, jin şer dikin ji bo ku hem ji zilma mêr û hem ji zilma dewletên dagîrker rizgar bibin.
- Ev welat, welatê gotegot û mezinkirina tiştan e.