Di vê kitêbê de; “tayên Nêrgizan, gazinên Ehmedê Xanî, hêviya jinên ‘dara şikestî’, helbestên bi bask yê Feqiyê Teyran, bîranînên zarokên berdêliya welatekî... “Hesreta du Qumriyan, fira Kevokan, firîkên genim yê deşta Qoserê, kenê Xecîcokan yên li hinarikên rûyê Nîsanê, tama ava kaniya zozanan, hêstirên çavên Xezalan... “Şîretên rîspiyên êlan, hepriya jineke koçber, pelikên dara gwîzê, kildankek tije ji kilê Siphanî, emrê dara çinarê, dengê bilûrê, xeyala eşqiyayekî demê, giriyê girtiyekî mêr yê veşarî... “Neynikek şikestî, şehek ji hestî, straneke birîndar ya mişextiyekî, bêdengiya gundekî kaviltirî... “Şerbikek suryaniyan, şekirê îda ermeniyan, agirek ji tifika êzdiyan û kêfa civateke êvara Midyadiyan...” hene.
Fatma Savcî was born in 1974 in Mêrdîn-Nisêbîn, Turkey. Because of her political work she was arrested many times. One of the reasons she was finally convicted is because she spoke Kurdish in the courtroom.
While in prison Savcî wrote poems which were smuggled out and published in various newspapers and magazines. After her release in 2003 she published poems, texts and history books and worked as a journalist for cultural and literary journals and for TV channels in Turkey. She taught Kurdish for children and adults for the Kurdish Institute in Istanbul. She continued to be committed to Kurdish art and culture. Following renewed persecution she went into exile in Sweden, where she now lives and teaches Kurdish and Swedish.
Di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye, hatim dinê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê me ku girêdayî Midyadê ye. Min dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di wan salan de, qedexeya ku li ser ziman hebû, ez zû mezin kirim û bi perkan xistim. Dem hatibû ku êdî dilê min xwe vebêje. Lê dilê min, tirkiya ku bi kotekî dihat fêrkirin nediheband û kurdiya qedexe hîna fêr nebûbû. Min çavên xwe digerandin, ji bo peyvên veşarî yên kurdî fêr bibim, çiyan çav li min şikandin. Min xwe li banga çiyê girt. Demek wisa germ û bêderfet bû ku ne lênusk û ne jî pênûs hebû di destê min de. Bi alîkariya hevaleke ku qet dibistana tirkî nexwendibû û ew jî bi çiya ketibû, li ser berfê ew tîpên nepenî nîşanê min dan. Dikarîbû bîra berfê nebe, lê min ew tîpên kurdî li hişê xwe baş tomar dikirin… Di sala 1992an de, bo raman û çalakiyên xwe hatim girtin. Bo ku min di dadgehê de, parastina siyasî bi zimanê xwe yê dayikê kir, min gunehê xwe girantir kir li cem desthilatdaran û panzdeh sal ceze wergirtin. Li heşt girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê geriyam. Li ber deriyên hesin û li ber siya dîwarên heşt zîndanan jiyam. Min çîrokên keç û kurên heşt girtîgehan dane hev. Di sala 2003yan de, bi dîwaneke helbestan ku min li ser pelên cixarê nivîsîbûn, ji bo bikaribim veşêrim, derketim derve. Dîwana “Gulên Qasid” ku di sala 2006an de, ji weşanxaneya Avestayê derket, ev helbestên ku li ser pelên cixareyan nivîsî bûn. Di sala 2007an de pirtuka duyem ya helbestan “Xewnên Zîvîn” jî ji heman weşanxaneyê derçû. “Bîra Birînê” pirtuka min a sêyem e. Niha di çavên xerîbiyê de nivîsê didomînim.