- Çima helbest û çîrokên xwe wisa kin kin dinivîsî? - Mirin li ber deriyê me teva ye. Ez naxwazim yek helbest û çîrok jî di nîvî de bimîne. Paşî wê li pişt min bigrîn! ... - Ez li pirtûkekê digerim. - Yeke çawa? - Bila tê de evîn hebe, şer hebe, kuştin hebe, îxanet hebe, jin hebe, dawet hebe, zilamekî qeşeng, desmal di dest de bila bibe sergovend tew, tew, tew, kî zava, kî paşa… - Belê. Qasekî bisekine, ez ê binîvîsim û bînim…
Ji navekî nû, Weysel Tirpan; çîrokên kurt, Lîlav..
Her çiqas wek çîrok hatibe binavkirin jî hinek cihê ye. Hin ji wan çîrokên mînîmal in, hin ji wan çîrokên ku di nav gel da ne û bi hêla herkes -gelek kes- ve tên zanîn in û hin ji wan jî çavkaniya xwe ji jiyana me ya rojane digre. Ji bo wê dîrek "çîrok" ji bo pirtûkê tam nabe. Çend ji wan wek "kamu spotu" bûn û bi min nivîskar zêde li ser wan sekiniye. Temam, xwestiye di dawiya wê de hinek şok bike lê ewqas jî bi halê şokê mijûl bûye ku wek "duygu sümürüsü", ajîte dixwiyên. Hin ji wan behsa van salên dawî bikin jî bi gelemperî çîrok aydê nivşê beriya notÎ ne. Him bi rih, him bi mijar ew wisa nin. Çîrokên kurt serkeftîbin jî yên dirêj mixabin nayên xwendin. Her dirêj dibû ewqas xirap dibû. Lê bi rehetî dikarim bibêjim ku meriv wek pirtûkek dîrokî ya dema nêzêk a kurdan bixwîne ku herî kêm qasê pirtûkeke dîrokê jiyana kurdan radixe ber çavan.