Jump to ratings and reviews
Rate this book

Hesabgêr

Rate this book
Hesabgêr ji dehûyek kurteçîrokan pêk tê. Her çîrok qala mijar, problem, çareserî û meseleyên; şexsî, siyasî, civakî, kultirî, edebî dikin. Her yek bi form û teknîkeke cuda hatine nivîsandin. Ev formên hanê bi deng û hesên kurdî hatine têkilhevkirin û strandin. Lewma jî her çîrokek bi xwe serbixwedî ye. Di dawiya çîrokan de surprîz misoger heye û di yek beşên çîrokan de carina trajîkomîkî dibe desthilatdar.

https://www.salomecizrawi.com/hesabge...

92 pages, Paperback

Published January 1, 2019

About the author

Ratings & Reviews

What do you think?
Rate this book

Friends & Following

Create a free account to discover what your friends think of this book!

Community Reviews

5 stars
0 (0%)
4 stars
1 (100%)
3 stars
0 (0%)
2 stars
0 (0%)
1 star
0 (0%)
Displaying 1 of 1 review
Profile Image for Azad.
82 reviews7 followers
May 10, 2020
Nivîskar hema hema di hemû çîrokên xwe da dema rastê keseke tê dîrek behsa taybetiyên wî/wê yên fîzîkî dike. Ger yekî nû nas kiribe ev tişteke normal e lê dema behsa hezkirya xwe ya salan bike hewce dike behs bike ku ka keçeke çawa ye. Di nava xwe de nafikire ku ka hezkirya wî yeka bejindirêj û niza’m memik çawa ye.
Di çîroka Kêtêba Bergsor de dema leheng ji kitêbfiroşê kolanê pirtûkeke distîne û bi wî re dikeve axaftinê û diçe bîranînên xwe ne wek xeyal bike, wek bi camêr ra biaxive nivisandiye. Gelo kî ewqas dirêj bi keseke nû naskirî ra ewqas diaxive. Û ewqas axivî, dema axaftina xwe xilas kir cixareya wê xilas nebibû. Di vir da nelihevkirineke heye.
Ku leheng keçeke li kolanê dibîne, tişta ew difikire ku ketiye rêyeke nebaş û alternatîva wî bûyîna “kevaniya mala xwe, dayîka zarokên xwe” ye. Ji hêla fikirîna derbarê jinan de meriv dikare xwandineke “jinane” bike û gelek tiştên ecêb derkevin. Ez nikarim bikim.
Di çîroka Kêtêba Bergsor de ku pir hindik em dizanin ew nivîskar Hesenê Metê ye û behskirneke xweş bûye. Her çiqas zanîna zêde ya hezkiriya vebêjer ya derbarê pirtûkên nivîskar de meriv acis bike jî rengeke xweş dayê. Di çîrokeke din da jî bandora Hesenê Metê diyar dibe. Nêzikbûyîna meseleya Ermenan de jî gelek novela Metê xist bîra min ku leheng bi nasîna wan duguhere.
Hûnandina çîroka 90+ baş bûye û her wiha navê çîrokê jî.
Di rûpela duyem a çîroka Hesabgêr de vebêjer li nav hev dikeve. Di serî de bi çavê kesê sêyem behs dike û bi careke derbasê kesê yekem dibe: “Ew ji pertavê ketiye lê gavên xwe dişidîne ku xwe bigihîne trênê. Piştî çend saetên dijwar û xedar ez giham îstasyona trênê.”
Di heman çîrokê de dema ji devê kesê yekem çîrok tê vegotin hevok wiha tên nivisîn: “Ji klaksona trênê dengeke tîz ê tûj; ji dûkêşa wê dûxaneke reşgîr derket…” Ku ev kes di nava trênê de be dibe ku bikaribe bibihîse klaksonê lê ka çawa bikaribe bibîne “dûkêşa wê dûxaneke reşgîr” derdikeve.
Di heman çîrokê de dibê “Bavê min Fransiz e.” Bavê wê ne “Fransiz” lê Frensî ye. Di berdevamiya axaftinê da keçika frensî dibê ku “li mala wan pirtûkxaneyeke mezin heye û piraniya kitêbên wan bi frensî ye” ku hineke beliq sekiniye û meriv nikare bi ciheke ve girê bide.
Ku em werin ser meseleya Monsieur û bonjurê hineke tevlihev dibe. Ku ev leheng ewqas zana be û ji bo zilma ser kurdan kurdî hîn bûbe dibê têbigihê ku di axaftina rojane de tu keseke peyva Monsieur bi kar nayne. Ger bikar bîne jî kesê li hember şaş dimîne. Di hevokeke dibê ku wek ev jinik ji romaneke Frensî pekiyabe, ku wisa ba baştir dibû.
Xwezî di çîrokê de nivîskar diyar nekira ku navê F Felat e. Ewqas bi guman diherike û şinadina Kafka heye çi hewce dikir tu lehengê xwe îfşa bikî ku navê wî yê rastî Felat e.
Çîroka Doktor baş dest pê dike lê dawiya wê ne bi dilê min bû.
Peyva herî zêde derbas dibe “fe” “fe kirin” Her wiha li hember “sor” jî baleke hebû.
Ku min xilas kir fikra di hişê min de çêbû ev e. Di hemû çîrokan de leheng bi awayeke bi nivisandin û xwendinê ra eleqedar e. Her li ber destê wî –erê wî, tu car nabe wê- pirtûkeke an jî qelemeke heye bo nivisandinê. Ev hineke bi problem e. Ji vê hêlê da bi problem e; dixwiyê ku leheng xwe ji nivîskarên xwe xilas nekirine. Di her çîrokê de leheng ew bi xwe ne. Wek tê zanîn pêvajoya nivisandina berhemeke hewcedarî bi xwendin û nivisandinê heye. Ku meriv vana dide ber çav meriv pir bi rehetî dibîne ku leheng nivîskarên pirtûkan bi xwe ne, hewce nake ku hemû bûyeran bi xwe jiyabin. Dema xeyal dikin jî xwe xeyal dikin. Di gelek nivîskaran da ev problem heye. Ku keseke ji rêzê jî dixin nav nivîsa xwe bi awayeke şaraza diaxive.
Ya duduyan leheng her mêr e –di mêrbûna wî de problem tune- lê jin jî bi çavê mêrane gotina xwe dibêje, di rastiyê da bo “mêr” gotina xw edibêje. Her çiqas jin di hemû çîrokan de hebin jî ji bo hebin hene.
Nivîsa dawiya bergê nebûye, xwezî tişteke xweştir bihata amadekirin.
Axir edet e, ku meriv berhemeke xwend bi her awayê dinirxîne. Min li gor xwe kêmasiyan got û divê başiyan jî bibêjim. Bi rastî nivîskar xwînerê xwe –min- dikare bikişîne nav tevna çîrokê. Heta xilas bibe dinyayeke ava dike. Her wiha zimaneke wî yê dewlemend jî heye ku meriv temeke jê distîne. Wiha nenêrin ku min kin nivisîye, tiştên herî girîng jî ev e.
Her wiha ji hêla redekte ve jî gelek baş dizwiyê. Xeletiyên ku meriv ji xwendinê sar bikin tê da tunebûn.
Ger bi nivîsandinê berdewam be ez di wê baweriyê de me wê “kêmasiyên berhema ewilîn” ji ser xwe bavêje û gelekên din yên serkeftî bigihîne me.
Displaying 1 of 1 review

Can't find what you're looking for?

Get help and learn more about the design.