Îlim li her bajarakî, gundekî keseke bi dek û dolabê xwe, bi fen û fûtê xwe nav daye heye. Ev kesan çi xerabî hebe dikin û bi van karen xwe jî denk didin. Zarokatiya min jî bi gohdarkirin behskirina wan çû. Nizanim kê li ser pereye kê rûniştiye û nade, nizanim kê wiha wiha kiriye…
Bûyera romanê jî ji van çîrokan pêk tê. Lehengê me ku bo deynê ceyrana xwe ya deh hezarî bide diçe daîreya dewletê, keseke xwe dike benîşt û dibê ez bi xêra nasên xwe bi pereyeke kêmtir deynê te qapat bikim. Du milyar û nîv bi hev dikin. Û meseleya Adilê Berdayî dest pê dike. Ku lehengê me fam dike hatî xapandin dikeve pey şopa Berdayî.
Her ku dikole pê dihese ku keseke ji Adilê Berdayî derbe nexwaribe nemaye. Gelek planan dike, hin deman jî gelek nêz dibe ku bi ser bikeve lê Berdayî bi hişê şampazî xwe ji dehfikê xilas dike.
Axir di dawiyê da perê xwe ji nav deste Berdayî derdixe. Lê wek li pey gerîna Berdayî jê ra bûbe xûy û xislet her çiqas pereye xwe xilas kiribe jî dixwaze bikeve pey. Meseleya pirtûkê jî ev e, lehengê li pey zeftkirina roviyê Berdayî. Lê min acis nekir, hin cihan da bi rastî jî min meraqeke mezin xend, gelo çi bibe?
Di çend rûpelê pêşî da min binê pêşgotinan xêz kir lê ewqas pirbûn min dev jê berda. Bi gelek xweşikî pêşgotin di nav honakê da hatine bicîhkirin.
Di nav berhemên bi kurmancî da edîtiriya herî baş e ku min heya niha xwendiye. Gelek kêm xeletiyê rêziman hebûn.
Di rûpela herî dawî da “ew eynî wekî kûçikê heftruh e” dibê, ê ez dizanim ne kûçik pişîk heftruh e!
Mijar û axaftina lehengan jî ji dilbûn. Ne kêm ne zêde, wek li qexwexaneyeke tu li keseke gohdar bikî. Qezê jî ewqas bi hûrgulî hatî tarîfkirin.