Goodreads helps you follow your favorite authors. Be the first to learn about new releases!
Start by following Cegerxwîn.

Cegerxwîn Cegerxwîn > Quotes

 

 (?)
Quotes are added by the Goodreads community and are not verified by Goodreads. (Learn more)
Showing 1-13 of 13
“Eger hûn nebin yek, Hûn ê herin yek bi yek.”
Cegerxwîn
“Bilbil tu zanî
ای بلبل تو می دانی
Gelo ez kime?
آیا من کی ام؟
Tu tim serbest î
تو همیشه آزادی
Lê ez girtî me
اما من اسیرم
Bê lîs û hêlîn
بدون آشیانه و لانه
Bê ol û bê dîn
بی مذهب و بی دین
Ez im Cegerxwîn
منم جگرخون*
Xortê Kurdî me...
یک جوانِ کُرد...

*این کلمه هم ایهام دارد به تخلص شاعر و هم انسانی دردمند”
Cegerxwîn
“Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e.”
Cegerxwîn
“Welat xweş bûk e, Xwîna me qelen e...”
Cegerxwîn
“Agirê Evîndarî

Şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo
Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo

Xanî bûye zindan tê de ranazim
Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo

Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na,
Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na

Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye?
Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na

Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî?
Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî?

Ahî dema destê wî l’bin serê min!
Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî

Tenê hiştim ay dil îşev çima çû?
Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû?

Rabe peykev ay dil zû wî werîne
Tev biriştim ay dil îşev çima çû?”
Cegerxwîn
“Ferat im-Kêferat im

Guj-guj û him-him Ferat im, Ferat...
Xush-xush û xum-xum Ferat im, Ferat...

Ferat im, kêferat im
Kar im, xebat im
Jîn û felat im
Va ye ez hatim
Ji jor ve ez têm
Diçim ber bijêr
Di nav dilê min
Tev gewher û zêr
Ferat im...

Bi him-him ez têm
Bê ser û bê min
Ser derya mezin
Ferat im...

Daxwaza millet
Feratê dijwar
Di ber xwe dibim
Tev gerş û gemar
Ferat im...

Dengê sewîyan
Rengê birçîyan
Ez dengê şivan
Xama xwendevan
Ferat im...

Tev ah û nalîn
Giryan û qêrîn
Bi çelq û lem-lem
Hemî kul û xem
Ferat im...

Diçim pêş bi rist
Wek sitêr û rist
Hemî derd û kul
Dikevim nav dil
Ferat im...

Di dilên xortan
Dikelim herdem
Ber pozê dijmin
Ez xîp û kelem
Ferat im...

Ez xwendevarî
Ezim hişyarî
Dûr û dirêjim
Gavan tavêjim
Ferat im...

Di nav dilan de
Pir xurt û bi tîn
Di nav damarên
Xortanê bûm xwîn
Ferat im...

Di ser hevre têm
Bi çelqîn û guj
Di ber xwe dibim
Dijminê xwînmij
Ferat im, kar im, xebat im
Ez kêferatim
Vaye ez hatim
Ji Kurdistan ve têm
Pir xurt û bi tîn
Ez pêta cerg
Û dilê Cigerxwîn”
Cegerxwîn
“Bi Ser Çiyan Ketin

Heval megrî çiya herdem
Cihê xweşmêr û şêra ye
Dîwarê serxwebûna kurd
Ji laşê xurtemêra ye

Serfirazî bilind e, lê;
Bi xwîn û kotek û zor e
Bi jêrdeçûne bindestî
Berê kurdan li berjor e

Tenê serbestî eywan e
Bilind û berze bala ye
Tenê şûna serê min, te
Di jorê wê de vala ye

Di kurtan de eger razî
Tu dê xewnên bînî
Kirasê tirs û sawîran
Li xokî tim tu xemgînî

Ji doza xwe venabin
Dixwazin ta wekû saxin
Gelek şerm e ku em sax in
û dijmin hê dinav bax in.”
Cegerxwîn
“Ez Gelek Tî Me

Şeraba wan lebên lala
Bi minde ez gelek tî me
Bila xêra te bî cana:
Nizanî ez çi birçî me?
Ji baxê paxil û sîngê
Eger sêvek bidî Seyda
Xurînî pê ku bişkînim
Diçim ser rê ku rêwî me
Eger sênca rez û baxan
Çirand û dest birin sêvan
Dibî lêv herne ser lêvan
Li min megre ku sêwî me
Bi tenha ez li çolê me
Serî goka di holê me
Birîndari m ji wan mijgan
Pêrîşani m çi xwînî me?
Welatperwer bî ey xanim:
Were dest deyne ser canim
Birînê min qemûşk bigrin
Bi jînê pir bi hêvî me
De wer maçek biminde xweş
Li dêm ko bisk bikin şevreş
Ku ayîna te bigrim ez
Ji nûve da bi zanîme?
Bihayê herdû sêvên zer
Li dil xistin te sed xencer
Mebîne qelsemêrim ez
Ji kurdên ser nişîvîme?
Kurê Xesro û Guhderzim
Di vê rêde gelek berzim
Evîndarim ku can û dil
Li ber destê te danîme
Eger ez ser dibim ber pê
Xwedana şal û îşerpê
Dixwazim ku tu pîroz bit
Di vê rê ez çi manî me?
Dema çavên te yên mêrkuj
Dibênim ez dibim wek mij
Peyala şerbeta lêvan
Kirim gawir ku yezdî me
Ji te dûrim te nabînim
Li ser te ez ciger xwînim
Çi bêjim ko nikarim bêm
Di îro ez swêdî me.

Cigerxwîn
Stockholm 26.9.1979”
Cegerxwîn
“Ey Welat Dûrim Ji Te"

Dîsa ji te dûrim welat
Dil ketye gomanên dikûr
Ger dûr û nêzîk bim ji te
Her dem li ser te kûre-kûr
Gava ji te ez dûr dibim
Ne ko ditirsim ez ji şûr
Divên çarekê bikin
Ji ser te rakin pî stûr
Tim dar bi destê dijmin e
Em têne kuştin rengê mûr
Kurên te ser xistin xewê
Lê ez dinalim wek bilûr
Kengî ji xew rabin gelo
Yan kengî em dadin tenûr
Divêm bi ser çiya kevin
Dîsa bikn tev qûre-qûr
Welat çiqas dûrbî ji min
Di dil dibî pertav û nûr
Ne bes Xumênî dijmine
Dijmin pirin, nêzîk û dûr
Wek baz cihê kurd tim çiya
Dijmin di nav xan û qisûr
Dibin piyên tanga de çûn
Kal û jin û bapîr û hûr
Birçî û tazî û reben
Çarox di pê û mil bi tûr
Derd û kulan dil kirye ron
Ta ko Cegerxwîn bûye tûr.”
Cegerxwîn
“Hate ber derî
Min lê nenêrî
Lê gava ew çû
Min dil daye dû

Ka ew çavên reş
Ka ew dêmên geş
Ka ew bîna xweş
Ka ew reng û rû

Yara min bakir
Ey bilbilê dîn
Li ser çi digrî
Qêrîn û nalîn

Yara te wa ye
Li ber çava ye
Ev deşt û çiya
Tev xweş kir bi bîn

Bilbil tu zanî
Gelo ez kime?
Tu tim serbest î
Lê ez girtî me

Bê lîs û hêlîn
Bê ol û bê dîn
Ez im Cegerxwîn
Xortê Kurdî me”
Cegerxwîn
“Di Baxan De

Di baxan de berim sorgul
Wekî bilbil dikim meyilê
Sehergahan dinalim ez
Eman leylê, eman leylê

Tu Leyla ez wekî Mecnûn
Stem pir kir li min gerdûn
Çem ê dila Dicla û Ceyhûn
Felek heylê felek heylê

Tu şêrîn î, şeker ramîs
Bi ken her dem, dikî payîz
Tu Şêrîn î li cem Parvîz
Me dil Ferhad sed keylê

Bi nişanî bi şêran î
Welatê rind û xopan î
Li te pîroz e şahan î
Bi bejin û kês im û şeylê

Li sere textê evîndaran
Nesîhaya ji dildara
Dil birîn bû ji dîndara
Te pirsek lê nekir qey lê”
Cegerxwîn
“Bilbil û Gul

Bilbilê dilkul dinalî,
Her li ser dêmên gulê,
Gul çi zanî ku li ser kê,
Wer dinalî bilbil e?

Pertewa dêmên sipî
Carek li dil ku ew nedî
Çend bikî qêrîn û zarî
Kî dizanî dil kul e?

Dilgirê wek bilbilê
Herdem bi nalîn û girî
Girtiyê benda evînê
Dil li benda sunbil e.

Dilbijê bê çare çibkî
Bil ji qêrîn û girî
Ê di benda dil revînê
Kî dizanî bê dil e?

Ev xem û derd û elem
Ku min di dil de pir civîn
Tev ji pêt û pertewa
Şaha bi tac û sunbil e

Ew kesê sewdan li ser
Naçî rêza dilgiran
Her çiqasî ew bi gazî
Rengê dengê zengil e

Ger ji dêmên sorgulî
Pertew nedî nêv can û dil
Nakevî nêv bend û dava
Zulfê mest û fulfil e

Ez di benda dilrevayê
Tîr ji birhan têne dil
Lêw me dil herdem bi destê
Nazika reş-kakile

Ew kesê carek diye
Derdê evînê wî bi dil
Jar û sergerdan û meste
Xweş dizanî 'moşkil e'

Pertewa dîdariyê
Ku mêxolî ez kirim
Laleş a min ser li ber
Danî li sîng û paşilê

Bûye çil sal ku cigerxwîn
Bû ji tîrên ebriwan
Lew me dermanê birînê
Lêv û sêvên paxile”
Cegerxwîn
“em ji rê dernakevin çendan bibênin zilm û zor
lewleb û çerxa cîhanê, geh li jêrîn geh li jor”
Cegerxwîn

All Quotes | Add A Quote
Kî me Ez (Dîwan, #3) Kî me Ez
12 ratings
Agir û Pirûsk (Dîwan, #1) Agir û Pirûsk
9 ratings
Şerefnama Menzûm (Dîwan, #10) Şerefnama Menzûm
8 ratings