,

Kurdish Literature Quotes

Quotes tagged as "kurdish-literature" Showing 1-8 of 8
“Çima rûyê xwe tirş bikim? Min ji xortanîya xwe tu xêr nedît ku ji pîrbûna xwe bitirsim. Min şêraniya dînê tam nekir ku talbûna axiretê madê min tirş bike.”
Qedrî Can, Guneh

Mehmed Uzun
“Min, weke kesên ku nû tav dîtibîn, eynî wisan, xwe da ber tirejên tavê”
Mehmed Uzun, Mirina Kaleki Rind

Mehmed Uzun
“Weke hezkirinek li ser qûma şil, germ û bêdawî... hezkirineke ku ba û pêl ê bi dû re bihatina û şopên wê ji holê rakirina.”
Mehmed Uzun, Mirina Kaleki Rind

Mehmed Uzun
“Xeribî ne tu çek e, piyê xwe tê re meke…”
Mehmed Uzun

Mehmed Uzun
“Ez jî eynî weke destan û stranên me kevnar im”
Mehmed Uzun, Mirina Kaleki Rind

Mehmed Uzun
“Her kes li gora xwe ji tiştekî yan jî ji tiştinan hez dike. Hinek ji mal û milk, hinek ji xaniyên xweşik ên baş raxistî, hinek ji tebîetê, hinek ji çivîkan, hinek ji hespan û li hespan siwarbûne, hinek ji kitêban û di nav rûpelên kitêban de gerînê, hinek ji segên bêdeng, hinek ji segbûnê û hinek jî ji jinan hez dikin”
Mehmed Uzun, Mirina Kaleki Rind

Mehmed Uzun
“Dema dil neşewite, çav jî hêstiran narijîne”
Mehmed Uzun, Hawara Dîcleyê - I

Mehmed Uzun
“Ji dilê ku bi fire ketiye re, gul divê.
Ew dilê bextiyar her li pey gulan e.
[Siya Evine]”
Mehmed Uzun